Li Wanê nirxê veguhastinê bû 42 lîre

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, nirxê veguhastina giştî gihîştiye 42 lîreyên Tirkî û ev yek bûye sedema nerazîbûna welatiyan. Li gorî agahiyên ku hatine weşandin, nirxê veguhastinê berê 33 lîre bû, paşê bû 40 lîre û niha gihîştiye 42 lîreyên Tirkî.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Welatî dibêjin ku bi zêdebûna bihayên xwarinê, kirêya xanî û lêçûnên din ên jiyanê, êdî dijwar e ku ew bi dahata xwe ya niha bigihîjin dawiya mehê.

Zêdebûna heqê veguhastinê bi taybetî bandorê li ser xwendekar, karker û kesên ku her roj ji bo xebatê yan jî xwendinê bi wesayîtên veguhastina giştî diçin û tên.

Welatiyan diyar kir ku zêdebûna lêçûnên rojane bûye barê giran li ser wan û dixwazin ku heqê veguhastinê li gorî rewşa aborî ya gel were nirxandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye