Îranê êrîşî navendeke PAK'ê ya li başûrê Kurdistanê kir

Îranê bi 4 mûşekên balîstîk êrîşî navendeke PAK'ê ya li herêma Herîr-Balîsanê ya parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, îro sibehê di demjimêr 09:22 kulekan de , êrîşê dest pê kir û baregeheke wan hatiye armanckirin.

Ji ber baregeh berî niha hatibû valakirin, ti ziyan negihîşt hêzên Pêşmerge.

PAK yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye ku li Başurê Kurdistanê bi cih bûye.

Li gorî amaran, ji destpêka şerê Îran û Amerîkayê ve, heta niha bi zêdeyî hezar dron û mûşekan êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrîşan de, 32 kesan jiyana xwe ji dest daye û 156 jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye