Di çarçoveya peymana 29'ê çileya 2026'an de a di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de civîn pêk hat.
Îro şandeyek ji Fermandariya YPJ'ê gihîşt paytexta Sûriyê, Şamê.
Şandeya YPJ`ê bi Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re, hevditin pêk anî.
Li gorî agahiyan mijara sereke ya hevdîtinê, şêweya beşdariya YPJ’ê ya di nava artêşa Sûriyê de hatiye nîqaşkirin.
Tê payîn ku şandeya YPJ`ê der barê hevditinê de dê daxuyaniyekê bide.
Şande ji çar kesan pêk tê:
Endamên Fermandariya YPJ'ê Sozdar Hacî û Rohilat Efrîn
Fermandara Tabûra Jin a Tugaya Qamişloyê, Xalsa Ayêd
Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal.
Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê di sala 2012'an de hat damezrandin.
Her wiha di sala 2014'an de YPJ’ê beşdarî şerê li dijî Dewleta Îslamî bû.
Hêjayî gotinê ye, ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de jî, parastina xaka bakurê Sûriyê kiriye.