Li gorî dîmen û nûçeya ajansa Rojnewsê, Îran di navbera sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de bi dirêjahiya 10 KM dîwaran lêdike.
Bi taybetî li navçeya Penciwînê ya parêzgeha Silêmaniyê sînor bi dîwar û xendeqên bi firehiya 3 metreyan û kûrahiya 4 metreyan çêdike.
Îranê beriya niha, sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi mayîn û têlan girtiye.
Lê belê, heta niha nayê zanîn sedema çêkirina van dîwar û xendeqan çi ye û li beramber vê jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Îraqê bêdengî hilbijartiye.