Dadgeha Tehranê 60 sal sizaya girtîgehê li 7 kesan birî

Li Îranê 7 xwepêşander ku di protestoyên meha çileyê de hatibûn girtin, îro ji aliyê Dadgeha Tehranê ve 60 sal û 6 meh sizaya girtîgehê li wan hat birîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, der barê vê yekê de raporek belav kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku ev kesên hatibûn girtin, di dema xwepêşandanan de ji aliyê Şaxa 23’yan a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tawana ‘kombûn û têkdana ewlehiya giştî ya welêt’ hatin sizadan.

Navên van kesan jî ev in: Seîd Cawîd, Emîr Sebaxî, Semîre Mucteba, Abidîn Gulşenî, Mehdî Sebaxî, Ebulqezel Sebaxî û Hemîd Sebaxî.

Her wiha hat eşkerekirin ku ev kesên siza li wan hatiye birîn, di dema xwepêşandanan de ji aliyê îstixbarata Supaya Pasdaran ve, bê fermana dadwer, hatibûn binçavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye