Rojnameya Financial Times ragihand, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di danûstandinên xwe bi DYA re, îsrar dike ku operasyonên leşkerî yên berfireh li dijî Îranê berdewam bike.
Li beramber, serokê Amerîkayê Donald Trump aliyê Îsraîlî agahdar kir ku Washington ti gavan di vî warî de navêje, heta ku hilbijartinên Kongresê yên 3`yê mijdarê bidawî bibin.
Li gor rojnameyê, hêzên Îsraîlê di 10 cotmehê de amade bûn, lê Trump li dijî plana Îsraîlê derket û Netanyahu neçar ma êrîşên li dijî Îranê rawestîne.
Rojname dibêje, Îsraîlê amadekariyên êrîşeke mezin dikir, ku ziyanên wê dê mîna ziyanên êrîşên dawiya meha sibatê û destpêka adara borî yên li ser Îranê bûna.
Çavkaniyên Financial Timesê destnîşan dikin ku, axaftina li ser bijardeya dewamkirina operasyonên leşkerî li dijî Îranê, dibe ku tevgereke taktîkî be ku armanc dike fişaran li ser Tehranê zêde bike da mercên Amerîkayê qebûl bike.
Îran: Em ê li armanc û alîgirên dijminan ên li herêmê bidin
Ji aliyê din ve, çavkaniyeke ewlekarî ya payebilind ji kanala Press TV ya Îranî re ragihand, ku Îran amadekariyên şerekî giştî û berfireh dike.
Çavkaniyê got, Îranê biryayeke bêveger daye ku bersiva her êrîşekê bide û tekez kir ku hêzên Îranê amade ne bi tundî li hêz û armancên dijmin û alîgirên wan ên li herêmê bidin.