Heft sal in li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Besta ya Şirnexê Birîna daran tê kirin. Ev wêraniya daristnan di van demê dawî de bi hemû leza xwe berdewam dike.
Birîna daran, ku di bin navê lêgerîna petrolê, operasyonên madenê, bendavên ewlehiyê û cûrbecûr çalakiyên din ên madenê de tê kirin, hêdî hêdî erdê vediguherîne çol û bejîmayiyê.
Birîna daran, ku ji hêla cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin, li deverên nû berdewam dike.
Di hefteyekê de 1,950 ton dar hatine birîn
Li gorî agahiyan, di nav hefteyekê de li Besta û Gabarê 3,000 metrekup (1,950 ton) dar hatine birîn.
Tê got ku wêrankirina xwezayê ji hincetek "ewlehiyê" veguheriye siyasetek ku ji hêla sermaye û qezencê ve tê rêvebirin.
Birîn ji hinceta ewlehiyê vegûherî bo rantxwiriyê
Şewatên daristanan li herêmê di salên 2014-2015an de dest pê kirine û piştî sala 2016an birîna daristanan berbelav bûye.
Bi taybetî li Şirnex û Sêrtê, çalakiyên şewitandin û birîna daristanan piştî sala 2016an hîn bêtir zêde bûne.
Ev birîna daran her tim bi hinceta ewlehiyê dihat kirin. Lêbelê, nêzîkî du sal in, ev rewş bi tevahî ji hêla şîrketên maden û petrolê ve tê rêvebirin.
Beşek girîng a birîna daran li herêmê, ku digihîje Başûrê Kurdistanê, ji hêla cerdevanan ve tê kirin.
Der barê vê yekê de gelek serlêdanên qanûnî û giliyên sûc hatine kirin.
Lêbelê, beşek mezin ji dozên ku hatine vekirin bi biryarên ne-darizandinê an jî nebûna bingehên darizandinê hatine girtin.