Li Yemenê, şer di navbera Hûsiyan û hêzên hikûmeta Yemenê de zêdetir.
Di van rojên dawî de, pevçûn li bajarê Taizê û derdora bajarê Edenê girantir bûne.
Di 15ê Cotmehê de, Hûsî bi 5 mûşekan êrîşî qesra serokatiyê li Edenê kirin.
Di encama vê êrîşê de, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê, 5 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîr û endamên hikûmetê ku di qesrê de bûn, sax man.
Di 16ê Cotmehê de jî, Hikûmeta Yemenê got ku 2 mûşekên din li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Edenê ketin.
Di heman demê de, şer li parêzgeha Taizê jî berdewam dike. Hêzên hikûmetê dibêjin ku wan êrîşên Hûsiyan li gelek eniyan paşve xistine.
Li Taizê kêmbûna avê û sotemeniyê jiyana xelkê dijwartir dike
Girtina rêya sereke ya Taiz – Edenê jî bûye sedema zehmetiyên mezin ji bo gihîştina xwarin, av û sotemeniyê.
Li gorî rapora Reutersê ya 21`ê cotmehê, kêmbûna sotemeniyê bandor li stasyonên pompekirina avê û nexweşxaneyan kiriye.
Kêmbûna avê û berhevnebûna çopê jî xetera belavbûna nexweşiyên wekî kolera zêde kiriye. Ev rewş nêzîkî 3 milyon kesî bandor dike.
Rêxistinên alîkariyê hişyar dikin ku sivîlên di navbera şer de mane, ji bo xwarin, av, derman û lênêrîna tenduristiyê hewcedariya lezgîn hene.
NY: Li Yemenê 260 hezar kes koçber bûne
Di heman çarçoveye de Stéphane Dujarric, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, di civîna xwe ya çapemeniyê de derbarê pevçûnên li Yemenê de agahiyên nû dan.
Dujarric got: "Ji destpêka meha Tebaxê ve, pevçûnên li Yemenê bûne sedem ku nêzîkî 260,000 kes neçar bimînin ku malên xwe terk bikin." Wî her wiha da zanîn ku nêzîkî nîvê van kesan li herêma Taizê koçber bûne.
Dujarric bal kişand ser hewldanên ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo kesên ku ji cih û warên xwe bûne û got:
"Tevî şert û mercên zehmet jî, hevkarên me yên di warê mirovî de karîbûn ji meha Tebaxê ve bigihîjin nêzîkî 174,000 kesên ku ji cihên xwe derketine."
Dujarric diyar kir ku ev tê wê wateya ku ew ji her 10 malbatan gihîştine nêzîkî 6 malbatên ku ji cihên xwe derketine.
Dujarric her wiha got: "Em careke din bang li aliyên têkildar dikin ku sivîlan û binesaziya sivîl biparêzin, rêzê li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigirin û rê bidin ku alîkarî bigihîje kesên hewcedar."