Li Amedê gundiyên Arzoxliyê li dijî projeya GES'ê meşiyan

Bertekên li dijî projeyên santralê yên wek HES, GES û JES an ku bi armanca qirkirina ekolojiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê ketiye meriyetê didomin. Li Amedê gundê Arzoxliyê xelkên gund bertek nîşanî Santrala Enerjiya Rojê(GES)'ê dan û gotin ew GES`ê li gundên xwe naxwazin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şêniyên li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê ya Amedê li dijî Santrala Enerjiya Rojê rabûn, gotin ku ji xeynî berxwedanê tu rêyeke wan a din tune ye.

Piştî ji bo projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê ya Zenkar 2 rapora erênî ya ÇED'ê hat dayîn, xebatkarên şîrketê bi cendirmeyan û polîsan re duh hatin gund û Tevî pêvajoya hiqûqî didome jî, şîrketê hewl da têkeve herêmê.

Şêniyên gund li dijî vê meşek li dar xistin û gotin ew ê nehêlin qadên wan ên jiyanê bên tunekirin.

Şêniyên gund destnîşan kirin ku dê heta dawiyê li dijî projeyê rabin û gotin ku bi vî awayî tê xwestin ku dîroka wan, çandinî û sewalvaniya wan bê tunekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye