Îro 42 sal bi ser koça dawiyê ya Cegerxwîn re derbas bûn

Îro di ser koça dawiyê ya nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn re 42 sal derbas bûn. Helbestvanê navdar Cegerxwîn di gelek berhemên xwe yên dewlemend de, her tim banga azadî û serxwebûna Kurdistanê dikir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Helbestvan û siyasetmedarê mezin ê neteweyî Cegerxwîn, beriya niha bi 42 salan, di 22'yê Cotmeha 1984'an de li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.

Piştre cenazeya wî ji Siwêdê derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin, û ew di hewşa mala wî de li bajarê Qamişlo spartin axê.

Cegerxwîn, di sala 1903'yan de li gundê Hesarê yê navçeya Kercosê ku berê giredayî Mêrdînê bû, bi navê Şêxmûs Hesen ji dayîk bibû.

Navê wî yê resen Şêxmûs Hesen e lê wî navê Cegerxwîn ji helbesteke Ehmedê Xanî ji xwe re hilbijartitye.

Dema ku zarok bû, Cegerxwîn bi malbata xwe re koçî bajarê Amûdê dikin.

Cegerxwîn li gelek barjarên Kurdistanê geriyaye

Piştî destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê di sala 1914'an de bi malbata xwe re derbasî binxetê, bajarê Amûdê dibe.

Di sala 1920'an de careke din vedigere Bakurê Kurdistanê û li Amedê dest bi perwerdeya dibistanê dike.

Lê piştî Serhildana Şêx Seîd a di sala 1925'an de derbasî Başûrê Kurdistanê bajarê Rewandûzê dibe û piştre jî diçe Bexdayê.

Piştre li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê bi cih dibe.

Li Amûdê perwerdeya olî werdigire û di sala 1928'an de dest bi nivîsandina helbestên Kurdî dike.

Bi Kurdên navdar ên wekî Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan re xebatên wêjeyî û siyasî dike.

Dema li Amûdê bû, wî û hevalên xwe komeleyek Kurdî ava kirin.

Wî helbestên xwe li ser şoreş, zilm, berxwedan û evînê dinivîsand.

Nemir Cegerxwîn weke helbestvanê azadiyê tê nasîn.

"Daxwaza Cegerxwîn yekîtiya Kurdan bû"

Daxwaz û banga helbestvanê Kurd Cegerxwîn ji civakê ew bû ku berê xwe bidin zanînê da ku bikaribin wêjeya Kurdî zindî bikin.

Di pirtûkên xwe de gelek caran banga yekîtiya Kurdan û azadiya Kurdistanê kiriye.

Gelek helbestên wî weke stran hatine xwendin û ya herî bi navûdeng jî “Kî ME EZ” e ku hunermend Şivan Perwer bi navê “Kî Ne Em” kiriye stran.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye