Îtalya, duh di maça play-off'ê ya Ewropayê ya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de, bi penaltiyan li hember Bosnayê winda kir.
Îtalya, piştî vê windakirinê sêyemîn car e ku li pey hev nikare derbasî fînala Kûpaya Cîhanê bibe.
Îtalya, çar caran şampiyoniya cîhanê bi dest xistiye, herî dawî di sala 2006'an de girt.
Di maçê de Îtalya, nekarî ji pêşengiya xwe ya nîvê yekem ku Moise Kean di xuleka 15'an de bi dest xistibû, sûd werbigire.
Rewşa wan hîn aloztir bû dema ku parêzvan Alessandro Bastoni di xuleka 42'an de bi qerta sor a rasterast ji qadê hat derxistin.
Tîma Bosnayê ji dezavantaja hejmarî ya mêvanên xwe sûd wergirt û di xuleka 79'an de bi rêya lîstikvanê xwe Haris Tabacovic gola wekheviyê tomar kir.
Bosna beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe
Maç çû du periyodên zêde û ji ber ku skora wan hîn jî wekhev ma, her du tîman penaltî bi kar anîn ku di encamê de tîma Bosnayê bi skora 4-1 bi ser ket.
Tîma neteweyî ya Bosnayê, piştî beşdarbûna xwe ya yekem di Kûpaya Cîhanê ya 2014'an a li Brezîlyayê de, cara duyemîn di dîroka xwe de ji bo Kûpaya Cîhanê mafdar bû.
Di çapa bê de dê di Koma B de li kêleka Kanada, Swîsre û Qeterê bilîze.