Li Başûrê Kurdistanê amedekariyên Newrozê berdewam in.
Biryare 21’ê Adarê pîrozbahiya Cejna Newrozê ya sala 2026’an, li gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî, Demokrasî û Yekbûna Gelê Kud’ bê lidarxistin.
Wê hunermend Mihemed Germiyanî, Çopî Fetah, Xezel Mistefa, Rêvîn Arast, Nesrîn Botan, Şadî Xulamî, Samal Salih, Luqman Selîm û çendîn komên mûzîk û hunerê tevlî pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê bibin.
Bi armanca tevlîkirina gel a pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê, weke salên borî wê li hemû deverên Başûrê Kurdistanê ji bo gel biçe tevlî Newroza Binarê Qendîlê bibe, otobûs û mînîbûs bê pere werin amadekirin.
Tê payîn tevî rewşa heyî jî gelê Kurd bi milyonan berê xwe bidin qadên Newrozê û agirê Newroza ‘Rêbertiya Azad û Yekîtiya Demokratîk’ gur bikin.
Hunermendên Silêmaniyê têkildarî amedekaryên Newrozê axivîn.
Hunermend Dilniya Mihabad diyar kir ku cejna Newrozê sembola Kurdane, ev sal ji salên din cuda ye, ji ber ku yekîtiya gelê Kurd bi xwe re tîne û wiha got:
Dilniya: Hêvîdarim ku ev Newroz bibe wesîleya serkeftin û azadiyê
“Hêvîdarim ku ev Newroz bibe wesîleya serkeftin û azadiyê ji bo gelê Kurd.
Îsal divê em zêdetir giringiyê bidin Newrozê ji ber ku ev dem dema şere.
Divê ciwanên me cesareta xwe bilind bikin û ber bi têkoşînê ve biçin.”
Arhat: Hêvî dikin ku Rêber Apo di pêşerojê de azad bibe
Her wiha Hunermend Arhat Agirî anî ziman ku di vê qonaxê de barê hunermendan girane ji ber ku agirê Kawayê Hesinkar di destê gelên ku di vê demê de ji hêla hunermendan ve pêşengtî tê kirin de ye û wiha lê zêde kir:
"Divê hunermend vê serhildan û agirê bi stranên xwe nîşanî gel bidin.
Pirsgirêka girîng ji bo hemû gelê Kurd astengiya li ber Rêber Apo ye.
Em hêvî dikin ku Rêber Apo di pêşerojê de azad bibe.”
Behmen: Cejna îsal du cejne, hem Remezan û hem jî Newroz e
Di heman demê de Hunermend Behmen Kakeyî, Cejna Newrozê li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û bang li gel kir ku giringî û bala xwe bidin vê cejnê û wiha axivî:
“Cejna îsal du cejne, hem Remezan û hem jî Newroze. Cejna sêyemîn jî azadiya Kurdistanê ye.”