Real Madrîd Elche 4-1 têk bir

Di çarçoveya tûra 28'emîn a La Lîgayê de duh çar maç hatin lîstin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Real Madrîdê roja Şemiyê di tûra 28'emîn a La Lîgaya Spanyayê de Elche bi 4-1 têk bir.

Di maça ku li stadyoma "Santiago Bernabeu" hate lîstin de, lîstikvanên Real Madrîdê bi awayek lez dest bi maçê kirin.

Real Madrîdê di nîvê yekem de bi Antonio Rudiger (39) û Federico Valverde (45) re 2-0 kete pêş.

Di nîvê duyem de jî dîsa du gol tomar kirin ew jî di xulekên 66'an ji hêla Dean Huysen û di xuleka 89'an ji hêla Arda Guler ve hatin avêtin.

Di heman demê de gola ku taxima dijber tomar kir ew jî di xuleka 85'an de bû ku ji hêla lîstikvan Manuel Angel ve hat avêtin.

Bi vê serkeftinê Real Madrîd bi 66 puanan, duyemîn di rêzê de cih digre li pişt Barcelonayê ku niha bi 67 puanan di rêzê de yekeme .

Barcelona roja Yekşemê di heman tûrê de mazûvaniya Sevillayê dike, bi armanca ku pêşengiya çar xalan vegerîne.

Girona li hember Athletic Bilbao bi 3-0 serket

Li aliyekî din jî maça di navbera Girona û Athletic Bilbao ku li stadyoma "Montilivi" hate lîstin bi encama 3-0 bi serkeftina Girona qediya.

Di xuleka 4`an de ji hêla lîstikvan Hugo Rincon ve perdeya golan hat vekirin.

Di nîvê duyem de jî hevkarê wî Azzedine Ounahi di xuleka 77'an gola duyem avêt.

Beriya ku maç bi dawî bibe Claudio Echeverri di xuleka 90+2'an de gola sêyemîn avêt û maç bi encama 3-0 bi serkeftina Girona bi encam bû.

Her wiha du maçên din jî hatin lîstin ew jî wiha ne:

Atletico Madrid - Getafe : 1 - 0

Real Oviedo - Valencia : 1 - 0

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye