Firşad Girdkane ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Belçîkayê dijî.
Ew di Turnuvaya Navneteweyî ya NAGA'yê de ku 26'ê nîsana 2026'an li Brukselê hat lidarxistin, bû şampiyon û madalyaya zêr û kember standin.
Firşad li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û got:
"Ev ji bo min demeke gelekî taybet e. Ez cara yekem bûm şampiyonê NAGA'yê."
Firşad di kategoriya No-Gi Expertê de bû şampiyon
Werzîşvanê Kurd destnîşan kir ku ew di çarçoveya Turnuvaya Navneteweyî ya NAGA'yê de, di kategoriya No-Gi Expertê de (90-99 kîlo) lîstiye û turnuva bi şampiyoniyê temam kiriye û ev peyam da:
"Ez beşdarî kategoriya No-Gi Expertê ya (90-99 kîlo) bûm û min madalyaya zêr û kembera şampiyoniyê bi dest xistin."
Firşad her wiha tekez kir ku asta turnuvayê gelekî bihêz bûye û eşkere kir ku ew xelata xwe diyarî gel û şehîdên Kurdistanê dike.
Firşad: Rikeberên min gelekî bihêz bûn
Firşad diyar kir ku ji rikeberên ku ew derket pêşberî wan, werzîşvanên xwedî tecrubeya profesyonel a MMA'yê jî hebûn û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
“Bi rastî asta pêşbirkê gelekî bilind bû. Yek ji rikeberên min Sofiane Aissaoui bû ku di organîzasyonên wekî PFL Europeyê de şer kiriye û paşxaneyeke wî ya profesyonel a MMA'yê û binesaziyeke bihêz a grapplingê hebû.”