Li Xanesorê bi hevkariya gel û şaredariyê 200 dar hatin çandin

Şaredariya Gel a Şengalê ji bo berfirehkirina qadên kesk, li seranserê herêmê dest bi projeyên çandina daran kiriye. Her wiha li devera geştyarî ya Newrolî ya Helebceyê jî, pêngaveke paqijiyê hat despêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaredariya Gel a Xanesorê ya girêdayî Şengalê, di çarçoveya keskkirina herêmê de, li kolana sereke ya bajêr nêzî 200 darên sîwanê (çinar) çandin.

Şaredariyê bang li welatiyan kir ku di parastin û xwedîderketina li van daran de bibin alîkar.

Li Seyrangeha Newrolî pêngava paqijiyê hat despêkirin

Li aliyekî din jî rêveberiya giştî ya şaredariyên parêzgeha Helebceyê û polîsên daristanan, pêngaveke paqijkirina jîngehê li devera geştyarî ya Newrolî da destpêkirin.

Şaredariyê ji kesên ku ji deverên cuda tên serdana seyrangehê, daxwaz kir ku bermahiyan li dû xwe nehêlin û paqijiya derdorê biparêzin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye