Endamên komê çûn serdana mexazaya Amedstore ya Peyasê û bi alîgirên Amedsporê re hatin gel hev.
Di serdanê de endamên komê formayên aligîran îmze kirin.
Li vir Suleyman Çarnewa axivî û kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:
“Amedspor nasname ye, çavê her kesî li ser Amedsporê ye.
Amed di dilê me de kulek bû, lê em îro li vir in.
Em îro dibînin Amed nasmeyekî nîşan dide.”
Koma Amed yek ji komên ku tevkarî li muzîka Kurdî kiriye ye, dê piştî 30 salan li Amedê di 25'ê Cotmehê de li Qada Newrozê ya Amedê konserekê li dar bixe.