Balafirgeha Qamişlo ya Navdewletî di heyama mehekê de dê were vekirin

Endamê Perlemantoya Sûriyê Kîm Ibrahîm ragihand ku piştî temamkirina tedbîrên ewlehiyê, Balafirgeha Qamişlo ya Navdewletî dê di nava mehekê de dest bi xebatê bike. Tê payîn ku balafirgeh rojane pêşwaziya 5 heta 7 balafiran bike û geştên navxweyî û navneteweyî pêk bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xebatên çaksazkirin û amadekirina Balafirgeha Qamişlo ya Navdewletî gihîştine qonaxa dawî. Piştî rûxandina desthilata Beşar Esed a di dawiya sala 2024'an de, balafirgeh hatibû girtin û tenê balafireke Rûsyayê li wir mabû. Lê belê, di çarçoveya lihevkirina di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ji bo yekkirina saziyan, Desteya Giştî ya Balafirgehên Sivîl û Veguhestina Hewayî di Sibata borî de balafirgeh wergirt.

Civînên Teknîkî û Amadekarî

Endamê Perlemantoya Sûriyê yê li Qamişlo Kîm Ibrahîm ji Nûçe TV re diyar kir ku ji bo vekirina balafirgehê civîneke girîng bi Komîteya Veguhestinê û Alîkarê Serokê Desteya Giştî ya Balafirgehên Sivîl Samih Erabî re pêk hatiye. Ibrahîm destnîşan kir ku balafirgeh ji aliyê binesaziyê û alavên teknîkî ve bi temamî ameye ye û piştî tedbîrên ewlehiyê yên dawî dê deriyên xwe veke. Cîgirê serok Samih Erabî jî beriya naha ragihandibû ku binesazî û pergalên balafirgehê %99 temam bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye