Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siweydayê jî bersiv dan êrişan û di encamê de şer derket.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, li derdora Rîma-Hazim û Mezrayê bi cih bûne, êrişî bajarokê Mecdelê kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê êrîşê de sivîl hatibûn armancgirtin.