Libnan û Îsraîlê peymanek îmze kirin

Piştî danûstandinên Libnan û Îsraîlê yên li Washingtonê, her du aliyan îmzekirina peymanekê ragihand. Xaleke sereke ya vê peymanê jî, bêçekkirina Hizbullahê ye. Her wiha di nava vê peymanê de jî, Îsraîlê çend êrîşên asmanî li ser herêmên başûrê Libnanê pêk anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî danûstandinên di navbera Îsraîl û Libnanê de, ku li  Washingtonê pêk hatibû, peymanek çarçoveyî hate ragihandin.

 Îsraîl û Libnanê, di bin çavdêriya Amerîkayê de, roja înê peymaneke çarçoveyê îmze kirin.

 Hin xalên sereke yên vê peymanê ev in:

 - Bêçekkirina komên çekdar ên ne girêdayî dewletê û bi taybetî Hizbullah.

- Vekişîna Îsraîlê ji tevahiya axa Libnanê.

 - Belavbûna Artêşa Libnanê li seranserî axa welêt."

 Newaf Selam: Armanc ji peymanê vekişîna Îsraîlê ji axa Libnanê ye 

Der barê vê yekê de, serokwezîrê Libnanê Newaf Selam li ser X'ê daxuyaniyek da.

Newaf Selam da zanîn ku armanc ji vê peymanê ew e ku Îsraîl ji hemû axa Libnanê vekişe û eskere kir:

"Bi vê peymanê, dewlet dê serweriya xwe ya tevahî li ser axa welat bi dest bixe û wê hemû welatiyên ku ji axa xwe koçber bûne vegerin cih û warên xwe."

Di heman çarçoveyê de jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio destnîşan kir ku peymana çarçoveyî ya ku bi Îsraîl û Libnanê re hatiye îmzekirin, mekanîzmayeke zelal ji bo vegerandina serweriya Libnanê û bêçekkirina Hizbullahê saz dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî der barê vê mijarê de daxuyaniyek da û got ku ev peyman ji bo Îsraîlê destkeftiyeke mezin e.

Benjamin Netanyahu der barê hêzên Îsraîlê yên li Libnanê ev yek got:

"Xala herî girîng di vê peymanê de ew e ku Artêşa Îsraîl dê di herêma ewlehiyê de bimîne û ev rewş dê berdewam bike heya ku Hizbullah were bêçekirin."

Netanyahu di berdewamiya axaftinên xwe de, ev peyman wekî "derbeyek mezin li ser Komara Îslamî" bi nava kir.

Balyozê Îsraîlê li Washingtonê Yehiel Leiter jî, diyar kir ku bi rêya vê rêkeftinê, Îran û Hizbullah ji hevkêşeyê têne derxistin.

"Girêdana vekişîna Îsraîlê bi bêçekkirina Hizbullahê ve xetên sor derbas dike"

Ji aliyê xwe ve jî, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim got ku her hewldanek ji bo girêdana vekişîna Îsraîlê ji başûrê Libnanê bi bêçekkirina Hizbullahê hemû xetên sor derbas dike û wiha lê zêde kir:

"Peymana çarçoveyî ya di navbera Îsraîl û Libnanê de bênirx û bêwate ye.

Ev peymna rûreşkirin, bêrûmetî û radestbûna serweriyê ye.

Ji dêvla peymana Îsraîl û Libnanê, divê peymana di navbera Îran û Amerîkayê were bingehgirtin."

Medyaya Îsraîlî: Artêşa Îsraîl dê hin lîwayan ji başûrê Libnanê vekişîne

Piştî ragihandina vê peymanê, Medyaya Îsraîlî belav kir ku artêşa Îsraîlê dê hin lîwayên xwe yên şer ji başûrê Libnanê vekişîne.

Her wiha piştî ragihandina vê peymanê, gelek kesên ku alîgirê Hibullahê ne nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye