Berî civîna NATO'yê li Enqerê zêdeyî 200 kesî hatibûn binçavkirin û ji kesên binçavkirî 103 kes hatibûn girtin.
Duh jî 86 kes bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hatin birin û 55 kes ji wan hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê berî civîna NATO'yê bi behaneya, “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê”, der barê endam û nûnerên partiyên sosyalîst, rojnamevan, akademîsyen û gelek kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin.