Tevî agirbestê êrîş li ser Xezeyê tê kirin di encamê de 7 kes hatine kuştin

Rayedarên parastina sivîl a Xezeyê ragihandin ku di encama êrîşên serê sibê rûdne de 7 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî agirbest hat ragihandin jî Îsraîl êrîşên xwe li ser Xezeyê berdewam dike.

Li gorî daxuyaniya Parastina sivîl li Xezeyê, dronekê herêma derdora xala kontrolê ya polîsan hedef girtiye, di encamê de çend kes birîndar bûne û 4 ji wan giran e.

Rayedaran îdia kir ku devera hatiye hedefgirtin devereke ku sivîlên koçber lê penaber bûne.

Agirbesta di navbera Xeze û Îsraîlê de bi berdewamî tê binpêkirin

Piştî şerê ku di 7'ê cotmeha 2023'an de dest pê kir, di 10'ê cotmeha 2025'an de agirbest ket meriyetê.

Tevî agirbestê jî, her du alî hevdu tawanbar dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku ji destpêka agirbestê ve herî kêm 738 Filistînî hatine kuştin.

Di heman demê de Artêşa Îsraîlê jî mirina 5 leşkeran ragihand.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye