Israra Malikî ya di namzetiyê de dibe ku çarçoveya hemahengiye parçe bike

Li Îraqê demeke dirêje nîqaşa avakirina hikumetê tê gotûbêj kirin, lê hîn jî encam tune ne. Nakokiyên di perlamentoyê de dibe sedema hikûmet ava nebe. Her wiha nêzîkatiya DYA’yê ya redkirina namzetiya Malikî ji bo serokwezîriyê ji bûye rojev. Li aliyekî din jî doseya girtiyên DAIŞ'ê yên ji Sûriyê birine Îraqê metirsiyeke rûdana şer ava kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Demeke dirêj e ji bo avakirina hikûmeta nû di navbera aliyên Şîa û Sunnî de dîsa li ser erka serokkomariyê di navbera aliyên Kurd û aliyên Îraqî de alozî û nelihevkirinek heye.

Nîqaşa ku ji bo avakirina hikûmetek nû her ku diçe ber bi qeyranek nû ve diçe.

Di nav dema borî de gelek alî ji bo avakirina hikûmetê li hev civiyan. Lê di mijara diyarkirina wezaretan de li hev nekirin.

 

 

Her wiha di nava van rojan de jî piştî ku Nurî Malikî xwe ji bo serokwezîrtiyê namzet nîşan da, nakokiyên di nava Çarçoveya Hemahengî ya Şieyan de zêdetir bûye.

 

Li gorî Şirovekarên siyasî pêwîst e ku Malikî xwe ji namzetiyê vekişîne. Eger xwe venekişîne dibe ku parçebûn bikeve nava Çarçoveya Hemahengiyê.

 

Piştî ku Nurî Malikî xwe ji bo posta serokwezîrtiyê namzet nîşan da, yekser Amerîkayê diyar kir ew ji ber nêzîkbûna Malikî ya li gel Îranê naxwazin Malikî bibe namzet.

 

Amerîkayê hişyarî da Îraqê û got: "Vegera Malîkî xeta sor e!"

 

 

Helwesta Amerîka ya li beramberî namzetiya Nurî Malikî nehatiye guhertin

 

Ger bibe serokwezîr wê Amerîka tevayî alîkariyên bi Îraqê re qut bike. Lê Nurî Malikî di namzetiya xwe de pir bi îsrar e.

 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rojên borî de careke din eşkere kir ku helwesta Amerîka ya li beramberî namzetiya Nurî Malikî nehatiye guhertin.

 

Wezaretê got ku ger guhertin pêk neyê, wê Amerîka neçar bimîne ku peywendiyên xwe yên li gel Îraqê di berçavan re derbas bike û tedbîrên tund yên dîplomatîk jî bigire.

 

Hate ragihandin ku Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan wê di rojên pêş de blokeke nû bi navê Hevpeymana Aramiyê ya Nîştîmanî ava bike.

 

Li aliyê din şerê li ser erka serokkomariyê jî berdewam e. Parlementoya Îraqê piştî dema serlêdanê qediya navê 33 namzetên Serokkomariyê eşkere kiribû.

 

Li gorî daxuyaniya Parlamentoya Îraqê, di serlêdana dema duyemîn de 56 kesan serlêdan kirîbû, lê di 19 kesan de mercên serokkomar nebûn û 4 kesan jî xwe paşde kişandiye.

 

Di navbera PDK’ê û YNK’ê de li ser erka serokkomariyê alozî heye

 

Ji bo hilbijartina Serokwezîrtiyê pewîst e Serokkomar were diyarkirin. Lê heya niha Serokkomar nehatiye diyarkirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye di navbera PDK’ê û YNK’ê de li ser erka serokkomariyê alozî hene.

 

Li gorî destûra Îraqê erka serokkomariyê para YNK’ê ye.

 

Lê PDK vê qebûl nake û dixwaze Serokkomariyê jî ji destê YNK'ê derxe. Ji ber vê weke namzet Hoşyar Zêbarî diyar kiribû. Lê Dadgeha Federal a Îraqê namzetiya Zêberî ji ber di derbarê wî de dosyayên dizî û gendeliyê hebû, red kir.

 

PDK’ê vê carê endameke Parastinê Rêber Ehmed Xalid Zubêr Barzanî kir namzet.

 

Rayedarên siyasî diyar dikin ku ev nêzîkatiya PDK ya partîparêz dibe ku bibe sedema windakirina Kurdan ya posta Serokkomariyê.

 

Neavakirina hikûmetê deriyên aloziyê li Îraqê vedike

 

Li gorî destûra Îraqê heta serokkomar neyê hilbijartin hikûmeta nû nayê avakirin, ji bo wê niha mijara serokkomariyê bûye girêkok.

 

Hinek şîrovekar dibêjin ku neavakirina Hikumetê deriyên aloziyê li Îraqê vedike.

 

Ji ber veguhestina girtiyên DAIŞ'ê ji Sûriyê ber bi Îraqê ve Îraq di rewşeke hesas re derbas dibe.

 

Lewma divê di zûtirîn dem de nakokiyên di parlamentoya Îraqê de bên derbaskirin û demildest Hikûmet were avakirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye