Li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê duh, jina bi navê Sureya Elî Mihemedî ya 35 salî ji aliyê hevjînê wê ve Afşîn Şerîfî, hat şewitandin û jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê Afşîn Şerîfî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Li gor amaran sala borî (2024) li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatin qetilkirin, her wiha 16 hezar 567 bûyerên tûndiya li dijî jinan hatine tomarkirin.