Serokê hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El-Şera ragihand, kar li ser pêkanîna lihevkirineke ewlekariyê ya nû bi Îsraîlê re tê kirin.
El-Şera duh yekşemê bi serkirdeyên rêxistinên Sûrî-Amerîkî li Washingtonê re civiya.
Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şera û wezîrê hikumetê Esaad El-Şîbanî beriya niha gihaştibûn paytexta Amerîkayê da hevdîtinê bi koma penaberên Sûrî ya li Washingtonê re bikin.
El-Şera diyar kir ku hikumeta wî kar li ser aramkirina eniya başûr dike da dest bi qonaxa jinûve-avakirina Sûriyeyê were kirin.
El-Şera: Dosyaya rakirina cezayan derbasî qonaxên dawîn bûye
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê da xuyakirin ku dosyaya rakirina cezayan ji ser welatê wî derbasî qonaxên dawîn bûye û pêşbîn kir ku di nava herdu rojên bê de, piştî hevdîtina wî bi Trump û jimarek serkirdeyên Amerîkî re, dê encam zelal bibin.
Ehmed El-Şera bal kişand ser rewşa hindirîn jî û teqez kir ku tevlîbûna QSD di nava artêşa Sûriye de çareseriya asayî ya kirîza Sûriyeyê ye û diyar kir ku aliyê Amerîkî di vê dosyayê de alîkar e.
Hemdemî vê serdanê, li hindirê welêt operasyoneka ewlehiyê li dijî endamên rêxistina DAIŞ'ê dest pê kiriye.
Wezareta Hindirîn a Sûriye duh yekşemê ragihand, gelek çek û cebilxane ku ji bo mebestên terorîstî hatibûn amadekirin, hatin desteserkirin.
Wezaretê bi daxuyaniyekê da xuyakirin, li gorî agahiyên îstixbaratî hat teqezkirin ku rêxistina DAIŞ'ê amadekariya operasyonên terorîstî li gelek deveran dike.
Di vê operasyonê de heta niha 71 kes hatine girtin ku di nav wan de serçeteyên DAIŞ'ê hene.
Operasyon li Heleb, Idlib, Hema, Hums, Dêra zor, Reqa, Şam û gundewarê Şamê dewam dike.