Hemasê termê Hadar Golden radestî Îsraîlê kir

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu duh ragihand ku wan termê Hadar Goldin wergirtine. Li aliyekî din jî Îsraîl rê nade çekdarên Hemasê yên ku di tunelên Refehê de asê mane derkevin ji ber vê jî Nûnerên Amerîkî Steve Wittkov û Jared Kushner îro serdana Îsraîl, Misir û Qeterê dikin da ku hewl bidin krîza çekdarên Hemasê yên asê mane çareser bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji destpêka peymanê ve, Hemas 20 dîlgirtiyên zindî yên Îsraîlî berdane, di heman demê de Îsraîl dibêje ku ew li benda wergirtina cenazeyên mayî yên 28 Îsraîliyan e û destpêkirina qonaxa duyemîn a peymanê bi wergirtina mayîna cenazeyan ve girê dide.

Hemasê duh bi rêya Xaça Sor termê efserê Îsraîlî Hadar Goldin radestî Îsraîlê kir.

 

Hikûmeta Îsraîlê: Leşkerên Tirk li Xezeyê tune ne

 

Berdevka Hikûmeta Îsraîlê Shoshana Pedersian duh got ku tu leşkerên Tirk dê li Xezeyê wekî beşek ji hêzek pirneteweyî ku armanc dike ku şûna artêşa Îsraîlê bigire, neyên bicihkirin.

Li gorî Reutersê, wê di bersiva pirsekê de ji rojnamevanan re piştrast kir ku "tu leşkerên Tirk li Xezeyê tune ne".

 

Hemas: Îsraîl rê nade kesên ku di tunelên refehê de asê mane derkevin

 

Hemasê ji navbeynkaran xwest ku zextê li Îsraîlê bikin da ku derbasî qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê bibe.

Nûnerên Amerîkî Steve Wittkov û Jared Kushner îro serdana Îsraîl, Misir û Qeterê dikin da ku hewl bidin krîza çekdarên Hemasê yên asê mane, çareser bikin.

 Karbidestekî payebilind ê Tirk duh got ku Tirkiye dixebite da ku rêyek ewle ji bo nêzîkî 200 kesên ku di tunelan de asê mane peyda bike.

 

Berpirsên Misir û Qeterê rewşa Xezeyê gotubêj dikin

 

Berî serdana her du nûnerên Amerîkî, Wezîrê Derve yê Misrê Bedr Abdel-Aty bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî re bi telefonê axivî, pêşketinên li Xezeyê û hewldanên ji bo xurtkirina agirbestê nîqaş kirin.

Tirkiye yek ji wan welatan bû ku meha borî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de îmze kir, ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve jî hatibû pejirandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye