Li Siwêdayê malbatên windahiyan daketin qadan

Malbatên windahiyan û birîndarên şer ên li Siwêdayê xwepêşandanek li dar xistin. Malbatan daxwaza naskirina çarenûsa windahiyan û peydakirina dermankirinê û piştgiriya darayî ji bo birîndaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li qada Kerama ya li Siwêdayê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Komeleya 'Birayên Xwînê ya ji bo Birîndarên Şer' û malbatên kesên ku ji aliyê Hikumeta vVeguhêz a Sûriyê ve mexdûr bûne, beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdaran, pankartên ku daxwaza berdana girtiyan û zelalkirina çarenûsa windahiyan dikin û wêneyên windhiyan û birîndarên şer, hilgirtin.

Xwepêşanderan bi daxuyaniyekê daxwaza eşkerekirina çarenûsa windahiyan û peydakirina dermankirin û piştgiriya darayî ji bo birîndaran kirin.

Yek ji birîndarên şer Sair Ezam diyar kir ku ew dixwazin hemû girtî werin berdan û wiha got:

Em îro, ji bo birîndar û girtiyan derketine. Daxwaza me berdan girtiyan e.

Em bi hêvî ne ku aliyên têkildar van daxwazan bi cih bînin.

Birîndarê şer ê binavê Behîc Selam jî axivî û heman daxwaz kir.

Her wiha eşkere kir ku ew piştigriya Şêx Hikmeta Hicrî dikin.

Xwepêşanderan da zanîn ku xwepêşandan dê heta ku bersiveke berbiçav neyê bidestxistin, berdewam bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye