Li gorî agahiyan di êrîşê de 2 wesayît hatine hedefgirtin, lê derbarê ziyanên canî û madî yên êrîşê de ti agahî nehatine bidestxistin.
Aliyên fermî jî derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.
Kampa Sûrdaşê yek ji kampên niştecihbûnê yên ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê lê bi cih bûne ye.
Ev ne cara yekem e ku Kampa Sûrdaşê tê hedefgitin û taybet jî piştî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Îranê de.