Platforma Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk, wê di 18’ê Cotmehê de bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Amedê meşê li dar bixe.
Ciwan ji Edene, Wan û Agiriyê ji bo tevlî meşê bibin ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Edene
Ciwanên Edeneyê ji bo tevlî meşa ku ji aliyê Platforma Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk ve hatiye rêxisinkirin bibin, danê sibê li Navenda Çand û Huner a Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê, li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Yuregîrê û li taxa Kuçukkirim a Ceyhanê civiyan û ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Wan
Ciwanên ku li Parka Musa Anter a li Wanê civiyan, li vir daxuyanî dan. Endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û hevşaredarên navçeyan ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Adem Yilmaz, daxuyanî xwend û bal kişand ser giringiya meşê.
Adem Yilmaz, diyar ku ev meş ne tenê beşdarbûneke fîzîkî ye, ev meşeke gel a ji bo azadiyê, li dijî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dîlgirtinê yên bi dehan salan e û got: “Ev meş ne dengê bêdengiyê ye, dengê berxwedanê ye. Ev meş îlankirina îradeyê ye ku ne tenê niha lê di heman demê de teşe dide pêşerojê jî.
Em li sûrên Amedê bi Rêber Apo re dicivin. Ji ber vê yekê, em dibêjin îro li Amedê her gavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê avêtin.”
Piştî daxuyaniyê, ciwan bi dirûşmeyan ber bi Amedê ve rê ketin.
Agirî
Ciwanên Agiriyê jî ji bo tevlî meşa “Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jiyana azad” û “Nobeda Edaletê” ya ku wê li Amedê bê lidarxistin bibin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Ciwanên ku di danê sibê de li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê civiyan û bi def û sirûdên “Berxwedana Mazlûm e”, “Serhildan serê çiya” ve ber bi Amedê bi rê ketin.