Nifşê Z li Nepalê bû sedema ketina hikûmetê
Çalakiyên “Nifşê Z” (Gen Z) yan jî tevgerên ciwanan, di dawiya 2025’an de bi awayekî ku balê dikşînin, mezin dibin.
Çalakiyên protestoyî li Nepalê di serê meha Îlonê de, li dijî krîza aborî, bêkarî û nelirêtiyê dest pê kirin, di demek kurt de li tevahiya welat belav bûn, ev kom xwe bi rêya medyaya dîjîtal bi rêxistin dike û derdikeve kolanan.
Ev çalakî li Nepalê bû sedema ketina hikûmetê.
Aliyê balkêş di van çalakiyan de, ew bû ku tevger bê pêşeng bûn. Çalakgeran xwe bi navê nifşê Z (yên di navbera 1997- 2012’an de hatine cîhanê) pênase kirin.
Van çalakiyan îlham da gelek ciwanan li seranserî cîhanê, Ciwanên Mexrib û Madagaskarê jî bi van çalakiyan bandor bûn û taybetî di demên dawî de, ji ser platformên dîjîtal çalakiyên protestoyî tên birêxistinkirin.
Li Mexribê nifşê Z 212 çalakiyên herî mezin derdixin pêş
Li Mexribê, ciwan xwe di bin navê Nifşê Z 212 (GenZ212) bi rêxistin dikin.
Çalakiyên li Mexribê weke çalakiyên herî mezin ên salên dawî tên pênasekirin.
Nifşê Z 212 li Mexribê piştî du hefteyan ji xwepşandanên ku daxwaza reforman di sektorên tenduristî û perwedehiyê de dike, da xuyakirin ku ew bi awayekî demkî xwepêşandanan radiwestîne û piştrast dike ku ew ê di demeke din de, bangeke nû ji bo xwepêşandanan bike.
Her wiha Nifişê Z 212 got ku ev "gavek stratejîk e ku armanc dike rêxistin û kordînasyonê xurt bike, ji bo ku di qonaxên bê de, ev rêxistin aktîf û bandortir bibe.
Nifşê Z 212 da zanîn ku daxwazên wan ew e ku kesên xirab werin cezakirin û berpirsiyariya xirabûna rewşa aborî û civakî dikeve ser milê hikûmetê.
Tevgera Ciwanan dest nîşan kir ku xwepêşandana pêşerojê dê li dijî hikûmet û hemû kesên xirab be, yên ku pêkanîna daxwazên gelê Mexirbê asteng dikin.