Îro, di nav raporên ku dibêjin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê agirbestek mehekê dixwaze û planeke 15 xalî ji bo nîqaşê ji Îranê re şandiye, nirxa borsayê bilind bû û nirxa petrolê daket.
Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi "kesên rast" re li Îranê di danûstandinan de ye da ku dijminatiyê bi dawî bike.
Her wiha got ku "Îranî pir dixwazin bigihîjin rêkeftinekê".
Ji aliyê xwe ve, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf roja duşemê ev raporan red kir û wekî "nûçeyên derew" bi nav kir.
Plana 15 xalî çi dihewîne ?
Rojnameya New York Times duh ragihand ku Washingtonê ji bo bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn planeke 15 xalî ji Îranê re şandiye.
Kanala 12 a Îsraîlê, bi îsrara sê çavkaniyan, got ku DYA ji bo nîqaşkirina planê, agirbestek mehekê dixwaze.
Çavkaniyek agahdar piştrast kir ku DYA planek ji Îranê re şandiye, lê hûrgiliyên din neda.
Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê gotin ku plan; hilweşandina bernameya nukleerî ya Îranê, rawestandina piştgiriya ji bo komên ku hevalbendên Tehranê ne, wek Hizbullah li Lubnanê û ji nû ve vekirina Tengava Hurmuz vedihewîne.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî duh got ku ew amade ye ku mazûvaniya hevdîtinên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de bike da ku şer bi dawî bibe.
Îsraîl û Amerîka di 28'ê Sibatê de dest bi êrîşên asmanî li dijî Îranê kirin.
Ji wê demê ve, Îranê êrîşan li ser welatên ku baregehên Amerîkî lê ne, binesaziya enerjiyê ya Kendavê bombebaran kiriye û Tengava Hurmuz girtiye.
Ev şer bûye sedema kuştina bi hezaran însan, derketina krîza enerjiyê ya herî xirab a dîrokê, kêmbûna sotemeniya cîhanî û aloziya bazarê.
Tevî raporên danûstandinan, du çavkaniyên agahdar, duh ji Reutersê re gotin ku tê payîn ku Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî (Pentagon) bi hezaran leşker ji Firqeya 82-an a Hewayî ya elît bişîne Rojhilata Navîn.
Ev hêz dê tevlî 50,000 leşkerên Amerîkî yên li herêmê bibin.