Şaredarê Kuşadasiyê Omer Gunel hat girtin

Ji bo Şaredarê Kuşadasi yê CHP yî Omer Gunel biryara girtinê hate dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, pênc kes ku di nav wan de şaredarê navçeya Kuşadasiyê ya Aydinê Omer Gunel jî heye, bi tohmetên "bertîl" û "desteserkirina pereyan" hatin girtin.

 

Navên din ên hatin girtin, Rêveberê Kontrola Avahiyan Mustafa Burak Gundeş, Mîmar û plansaziya bajarvaniyê Meral Celep, Serokê Klûba Kuşadasisporê ya berê Ferdî Zengînoglu û karsaz Huseyîn Kabasakal in.

 

Ji bo Midûrê Qad û Bajarvaniyê Ahmet Taşkan ê hat binçavkirin tedbîrên kontrola edlî hatin girtin.

 

 

Di navbera gunel û çerçîoglu de rageşî derketibû

 

 

Di meha Çile de, li Kuşadasiyê di navbera tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydin û Şaredariya Kuşadasiyê de ji ber xebatên avakirinê yên li ser erdê ku tê îdîakirin aîdî şaredariyê ye, alozî derketibû.

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hinceta avakirina bêdestûr û neqanûnî ya li herêmê, destwerdan di xebatê de kir û ev yek bû sedema pevçûnek di navbera tîmên her du şaredariyan de û polîs sewkî cihê bûyerê bûn.

 

Nîqaş û pevçûna kurt a piştî wê di medyayê de wekî krîzek siyasî û îdarî di navbera her du saziyan de hate ragihandin.

 

Şaredarê Kuşadasiyê Omer Gunel bertek nîşanî îstifakirina Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglû ya ji CHP'ê û çûna wê ya ji bo AKP'ê dabû.

 

 

Operasyonên li dijî şaredariyên CHP'ê

 

 

Di nav hefteyekî de li hemberî şaredariyên CHP'ê operasyon hatin kirin. Di nav van şaredariyan de Şaredariya Doşemealti ya Antalyayê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û Şaredariya Kuşadasi a Aydinê hene.

 

Di van operasyonan de li Mêrsînê 7 kes, li Antalya-Doşemealtiyê 2 kes û Aydin-Kuşadasiyê jî 5 kes hatin girtin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye