YE: Projeya peymana Deryaya Reş ji bo vekirina Tengava Hurmizê pêşkeş kiriye

Tengava Hurmizê hin jî, ji aliyê dewleta Îranê ve, li hemberî keştiyên bazirganiyê asteng e. Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas jî got ku wê bi Neteweyên Yekbûyî re li ser fikra hêsankirina veguhestina petrol û gazê bi rêya Tengava Hurmuzê re nîqaşkiriye û da zanîn ku we wekî peymana ku li Deryaya Reş pêktê, pêşkêş kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji dema destpêkirina şer di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, Îran Tengava Humizê girtiye û rê li hember geştiyên baziraganî asteng kiriye.

 

 

Washingtonê ji hevalbendên xwe xwest ku keştiyên şer bişînin Tengava Hurmizê

 

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja 14`ê Adarê ji  welatên ku ji ber dorpêça fiîlî ya Tengava Hurmuzê bandor bûne xwest ku  keştîyên şer bişînin vê rêya girîng a veguhastina petrolê.

 

Di derbarê vê yekê de, Axios eşkere kir ku hevalbendên Amerîkayê red kirin tevlî daxwaza Amerîkayê ji bo ewlekirina seyaheta li Tengava Hurmuz bibin.

 

Çavkaniyan eşkere kirin ku Washingtonê ji Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Avusturalya, Kanada, Dewletên Kendavê, Urdun, Japonya û Koreya Başûr xwestiye ku tevlî bibin, lê encam dilşikestî bûn.

 

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku Almanya, Îtalya û Japonya şandina keştîyên şer red kirine.

 

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, di civînekê de li Bruksel got ku wê bi Neteweyên Yekbûyî re li ser fikra hêsankirina veguhestina petrol û gazê bi rêya Tengava Hurmuzê nîqaşkiriye.

 

Kallas got ku wê bi Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres re li ser fikra vekirina tengavê, ku niha ji ber şerê bi Îranê re asê maye, axiviye û wiha got:

 

"Bi Antonio Guterres re li ser îhtîmala destpêkirina destpêşxeriyek mîna ya ku me li Deryaya Reş kiriye, axivîm."

 

Di Peymana Deryaya Reş de destûr tê dayîn ku Ukrayna genim, xwarin û gubreyan bi rêya Deryaya bi rêya keştiyên baziragnî û sivîl îxrac bike bêyî ku rastî êrîşên Rûsyayê werin.

 

Rojnameya Financial Times got ku Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Deryavanî Arsenio Dominguez daye xuyakirin ku Keştiyên şer ewlehiya keştîyên ku hewl didin ji Tengava Hurmuz derbas bibin sed ji sedî  garantî nakin.

 

Her wiha li gorî vê rojnameyê Arsenio Dominguez gotiye ku ev alîkariya leşkerî nikare bibe çareseriyeke mayînde ji vekirina Tengava Hurmizê.

 

 

Bîrîtaniya: Welatê me dê nekeve şerkî berfireh bi Îranê re

 

 

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî eşkere kir ku welatê wî dê nekeve şerekî berfirehtir li dijî Îranê, lê dê bi hevalbendên xwe re li ser "planeke kolektîf a bikêrhatî" bixebite da ku Tengava Hurmizê ya girîng ji nû ve were vekirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye