Trump hevkariya agirbestê ya Kamboçya û Taylandê kir

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump roja yekşemê weke îmzevanê hevkar tevlî peymana agirbestê ya navbera Kamboçya û Taylandê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirbestê li Kuala Lumpur ku paytexta Malezya ye, ji aliyê Serokwezîrê Kamboçya Hun Manet û Serokwezîrê Tayland Anutin Charnvirakul ve hate îmzekirin.

Di dawiya tîrmehê de, aliyan bi navbeyinkariya Trump agirbesteke demkî îmze kiribûn.

Trump ew hevpeyman weke Peymana Aştiyê ya Mezin bi nav kir.

Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Malezyayê Mihemed Hesen destnîşan kir ku belgeya nû “ ne peymana aştiyê ye,  peymana agirbestê ye”.

Hesen got: “Armanc ew e ku agirbest neyê binpêkirin.”

Tayland jî diyar kir ku eger Kamboçya çekên xwe yên giran vekişîne, herêmên sînor ji mayinan paqij bike û sînor ji welatiyan re veke, ew ji hevdîtinan re vekirî ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye