Agirbesta li Libnanê derbasî roja xwe ya 3`yemîn bû.
Tevî ragihandina agirbestê jî, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, da zanîn ku hêzên Îsraîlê wê xanîyên li gundên sînorî yên ku ji hêla Hizbulahê ve dihatin bikaranîn, wêran bikin û wiha axivî:
“Artêşê ferman wergirt ku malên li gundên nêzîkî sînor yên ku wekî kelehên terorîstî yên girêdayî Hizbulahê ve dihatin bikaranîn û gef li civaka Îsraîlê dixwarin, ji holê rake."
Yisrael Katz da zanîn ku ji bo parastina lêşkerên xwe, dê hêzên Îsraîlê, hemû hêza xwe ya bejahî û esmanî bi kar bîne.
Katz: Em ê operasyonên xwe bidomînin
Di heman demê de, Katz eşkere kir ku armanca giştî ji êrîşên li ser Libinanê, bêçekkirina Hizbulahê û rakirina gefên li ser bajarên bakurê Îsraîlê ye û wiha lê zêde kir:
“Eger hikûmeta Libnanê erkên xwe bi cih neyine, artêşa Îsraîlê dê bi operasyonên leşkerî vê yekê bidomîne.”
Ev yek jî, piştî ragihandina artêşa Îsraîlê ji “Xêza Zer” ku başûrê Libnanê ji Libnanê cuda dike, hat.
Fîdan: Îsraîl hewl dide ku axeke bêhtir dagir bike
Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Îsraîl tawanbar kir û got ku Îsraîl tevî agirbesta bi Hizbulahê re, dixwaze rastiyeke nû li Libnanê ferz bike.
Li gorî Ajansa France-Presse, Fîdan di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de îdia kir ku Îsraîl şerê li Rojhilata Navîn wekî bihane bi kar tîne, da ku axeke bêhtir dagir bike.