Rojnameya New York Post roja pêncşemê 3`yê îlonê ragihand ku Uman pêşniyara Îranê ya ji bo berhevkirina xercên hevbeş ji keştiyên bazirganiyê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin red kiriye.
Li gorî Rojnameyê, Uman heta razî nebûye ku xwebexşî ji keştiyan xercên ji bo karûbarên jîngehîn û ewlehiyê berhev bike.
New York Postê lê zêde kir ku şertên peymana pêşniyarkirî ya di navbera Îran û Umanê de ji bo biparvekirina dahatan hîn nehatine bidawîkirin.
Daxuyaniya vê rojnameyê piştî wê yekê hat, ku Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê Husên Muhibî berê ragihandibû ku Îran û Uman di vî warî de li hev kirine.
Centcom: Me rêya 87 keştiyên bazirganiyê guhert
Têkildarî mijara Tengava Hurmizê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM, li ser platforma Xê ragihand ku heta roja pêncşemê 3yê îlonê, hêzên leşkerî yên Amerîkayê rêya 87 keştiyên bazirganiyê guhertiye, sê keştî ji kar derxistine û derbasî du keştiyan bûne.
Her wiha CENTCOMê diyar kir ku zêdetirî 2,600 leşkerên deryayî yên Amerîkî li ser keştiya şer a bi navê USS Boxer li Rojhilata Navîn bi cih bûne.
Navenda Îstîxbarata Deryayî: Asta gefê li Hurmizê xeternak e
Di heman çarçoveyê de, Navenda Îstîxbarata Deryayî ya Hevbeş roja pêncşemê eşkere kir ku asta gefê li rêyên avê yên herêmê xeternak e.
Navendê da zanîn ku êrîş û hewldanên Supaya Pasdarên Îranê ji bo armanckirin an astengkirina keştivaniyê li Tengava Hurmizê didomin.
Di nav hewldanên wan de firîna dronan, çavdêrîkirina keştiyên bazirganiyê û têkiliyên radyoyê bi wan re hene.
Di dawiyê de, Navendê daxuyand ku trafîka bazirganiyê li Tengava Hurmizê kêmtirî astên normal e û daneyên serbixwe nîşan didin ku hejmara keştiyên ku di her du aliyan de derbas dibin sînordar e.