Hêzên Hikûmeta Veguhêz berbanga îro careke din êrîşî derdora deriyê Dêr Hafirê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşî de tenê zirarên madî çêbûne.
Êrîşên li derdora deriyê Dêr Hafirê di demekê de ku rageşiya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dibin de pêk hat.
Ev êriş bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê ye.
Deriyê Dêr Hafirê nuqteyek stratejîke ku bajarên Reqa û Helebê bi hev ve girê dide .
Di mehên borî de gelek caran li dijî herêmê êriş û topbaran hatin kirin, di encamê de sivîl û şervanên QSDˊê şehîd bûn û di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de birîndarî çêbûn.