Di pêvajoya 2015'an de tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girantir bû .
Bi tecrîdê re, polîtîkaya şer a li ser Kurdan û ciwanan zêde bû.
Li hember wê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, îro li Amedê ciwanan meşek bi girseyî li dar xistin .
Platforma ciwanan pêşengiya çalakiya li Amedê kir
Bi pêşengtiya Platforma Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk , bi diruşmeya "Bi azadiya Rêbertî ber bi jiyana azad ve" ev meş hat lidarxistin .
Ciwanên ku beşdarî meşê bûn , ji ANF'ê re axivîn.
Ciwanê bi navê Devrîm Atinkaya bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got :
Atinkaya: Azadiya Rêber Apo daxwaza me ya herî mezin e
"Azadiya Rêber APO daxwaza me ya herî mezin e. Li Tirkiyê rastiyeke faşîzmê heye ku mezin dibe. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya avakirina zemîna demokratîk û lawazkirina faşîzmê li welêt."
Di nav meşa li Amedê de jinên ciwan cihê xwe girtin
Jina ciwan ya bi navê Herdem Nergis jî anî ziman ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ew ê li qadan bin.
Omer Yoldaş Ozbalkan jî diyar kir ku ew hewl didin ku daxwazên wan li qadan werin bihîstin û wiha got: