Washington û Tel Avîv ji bo dabeşkirina Xezeyê planekê dinirxînin

Washington û Tel Avîv planeke ji bo dabeşkirina demkî ya Xezeyê di navbera deverên di bin kontrola Îsraîl û Hemasê de, dinirxînin. Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, hişyarî da Îsraîlê ku berfirehkirina serweriya wan ya li ser Şerîaya Rojava, li ser agirbesta li Xezeyê gefê çêke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirbesta li Xezeyê di meriyetê de ye, lê rojane Îsraîl û Hemas bi kirinên xwe re peymanê binpê dikin.

Rojnameya Wall Street Journal, îro eşkere kir ku Washington û Tel Avîvê planeke ji bo dabeşkirina demkî ya Xezeyê di navbera deverên di bin kontrola Îsraîl û Hemasê de, dinirxînin.

Li gorî rojnameyê, bi armanca derbaskirina astengiyên li pêşiya qonaxa duyemîn a peymanê, dê vê planê pêşkêş bikin.

Rojnameyê piştrast kir ku navbeynkarên Ereb bi tundî fikra dabeşkirina Xezeyê red kirine.

Li aliyekî din jî, rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump şandina nûnerên xwe bo Îsraîlê zêde kiriye, da ku çavdêriya rasterast a Serokwezîr Benyamîn Netanyahu saz bike û pêşî li binpêkirinekê bigire ku dikare peymana agirbestê ya bi Hemasê re têk bibe.

Rubio: Îlhaqkirina şerîaya Rojava gefê li agirbestê dixe

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî duh hişyarî da ku pejirandina Knesseta Îsraîlê ya ji bo berfirehkirina serweriya Îsraîlê li ser Şerîaya Rojava, dikare agirbesta li Xezeyê bixe xeteriyê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ji bo peymana agirbesta li Xezeyê di navbera Îsraîl û Hemasê de misoger bike, Rubio wê ji 22 heta 25'ê cotmehê serdana Îsraîlê bike.

Li gorî Wezareta Derve ya Amerîkayê Rubio, wê di serdana xwe de pabendbûna bêdawî ya Amerîkayê ji bo ewlehiya Îsraîlê piştrast bike û bi hevkarên xwe re bixebite, da ku aştiya mayînde û entegrasyonê li Rojhilata Navîn ava bike.

Rêveberiya Trump hewlên xwe yên dîplomatîk zêde dike, da ku qonaxa yekem a agirbesta li Xezeyê ku di 10'ê cotmehê de ket meriyetê xurt bike û di qonaxên wê yên paşîn de, wekî rêveberî û ji nû ve avakirina Xezeyê çareser bike.

Parlamentoya Îsraîlê jî, duh weke pêşnûmeqanûnek ku armanc dike serweriya Îsraîlê li ser Şerîaya Rojava bicih bîne erêkir.

Dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî di sala 2024'an de, biryar da ku dagirkirina Îsraîlê ya axên Filistînî, di nav de Şerîaya Rojava û wargehên wê yên li wir jî hene, neqanûnî ne û divê di zûtirîn dem de werin vekişandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye