Li Hemayê zêdeyî 8 hezar kesan bi leşmanyayê ketine

Li parêzgeha Hemayê 8 hezar û 80 kes bi nexweşiya leşmanyayê ketine û metirsî hene ku ev nexweşî hîn zêdetir belav bibe

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li bajarê Hemayê û gundewarên wê, bi hezaran kes bi nexweşiya leşmanyayê ketine.

Ev nexweşî herî zêde li başûrê bajarê Hemayê li herêma Meşai, Başûrê studyom, Mesafî û Kazo belav bûye.

Şênî û çavkaniyên herêmî diyar dikin li van herêman nexweşiya leşmanyayê derketiye û pirsgirêkên jîngeh û tenduristiyê hene.

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hemayê 4 mehên destpêka salê tomar kiribû ku 8 hezar û 80 kes bi nexweşiya leşmanyayê ketine.

Şêniyan diyar kir ku hejmar zêdetir bûye û metirsî heye ku di werza havînê de hîn zêdetir belav bibe.

Şêniyên herêmê got ku destwerdana aliyên tenduristiyê sînordar e û divê sedemên bingehîn ên nexweşiyê werin çareserkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye