Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî li gel şandeyekê çû gel Wezareta Parastinê ya Îraqê û li wir bi Sererkanê Giştî yê Îraqê Ebdulmîr Reşîd Yarallah re civiya.
Heybet Helbûsî, piştî civînê daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê pêşniyara yasaya leşkeriya neçarî di demeke herî nêzîk de, bixe rojeva parlamentoyê.
Serokê Parlamentoya Îraqê bal kişand ser dîsîplîna leşkerî û wiha got:
"Ev yasa ne tenê stratejiyeke parastinê ye, di heman demê de ji bo avakirina nifşekî bidîsîplîn ku karibe berpirsyariya niştimanî bigire ser xwe pêdiviyeke civakî ye."
Li gorî Heybet Helbûsî bicihkirina vê yasayê re ne tenê xeta parastinê wê xurt bibe, di heman demê de wê li dijî bêkariya ciwanan a ku yek ji pirsgirêkên herî mezin e têkoşîn were kirin.
Serokê Parlamentoya Îraqê got ku armanca vê pêşniyara yasayê ew e ku enerjiya ciwanan bixe nav pergaleke birêkûpêk û pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî yên Îraqê di bin formayekê de bîne gel hev, da ku yekîtiya niştimanî xurt bibe.
Her wiha di pêşniyara yasaya ku li parlamentoyê tên nîqaşkirin de hinek xalên balkêş hene:
Yek Sînorê temen e:
Leşkeriya mecbûrî wê hemû welatiyên mêr ên di navbera 18 û 35 saliyê de li xwe bigire.
Şertê xebata li saziyên dewletê:
Kesên ku leşkeriya xwe nekirine yan jî hinceteke wan a yasayî tune be, wê li ti gerînendetî yan jî saziyên dewletê wekî karmend neyên wergirtin.
Li Îraqê sepandina leşkeriya mecbûrî, piştî ku birêvebirê sivîl ê wê demê Paul Bremer artêş belav kir, bi dawî bibû.
Di dawiyê de Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî diyar kir ku vê carê dan û standinên pêşîn ên bi blokên siyasî re erênî derbas bûne û ev yasa wê bibe kevirê bingehîn ê pergala ewlehiyê ya serdema nû ya Îraqê.