Çekdarên girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyê duh êvarî êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora çerxerêya Şîhan a Helebê kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi daxuyaniyekê got ku dîmenên êrîşa li bend akontrolê hatiye qeydkirin û têde xuya dibe ku çekdaran bi guleyên RPG êrîş kirine.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê, ev dîmen îdiayên ku dibêjin Hêzên Asayîşê berpirsên destpêkirina êrîşê ne, derew derdixe.
Her wiha di encama vê êrîşê de jinek şehîd bû, 19 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn.