Hat plankirin ku maç di 27'ê Adara 2026'an de li Stadyûma Lusail a li Dohayê, paytexta Qatarê, di çarçoveya festîvaleke futbolê de ku cûrbecûr pêşbirkên Navneteweyî tê de hene, were lîstin.
Lê belê, aloziyên ewlehiyê yên vê dawiyê û êrîşên ku Qeterê armanc digirin, gumanên li ser îhtîmala lidarxistina bûyerê li wir zêde kir.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Spanyayê, UEFA pêşniyar kir ku maç Stada Santiago Bernabeu, ya Real Madridê were lîstin.
Her wiha Federasyona Futbolê ya Arjantînî li dijî vê pêşniyarê derdikeve û dibêje ku lîstina maçê li Spanyayê dê avantajek zelal bide taximê Neteweyî ya Spanya yê.
Arjantînî tercîh dike ku maç li stadyuma Monumental a li Buenos Aires, were lidarxistin
Ji aliyê din ve, aliyê Arjantînî tercîh dike ku maç li Stadyuma Monumental a li Buenos Aires, Arjantînê, an ji welatekî din ê Ewropayê, wekî Îtalya, were lidarxistin.
Li gorî raporên medyayê, nakokî dikare bibe sedema vekişîna Arjantînê ji maçê.
Ev yek dibe sedem ku taximê Spanyayê li alternatifek din bigere.
Fînala Finalesima bala cîhanê dikişîne, bi taybetî bi îhtîmala pêşbirkek taybet di navbera efsaneya Arjantînî Lionel Messi û stêrkê ciwan yê Spanyayê Lamine Yamal.
Tûrnûvaya Finalesima Şampiyonê Copa America û serkeftî yê Şampiyoniya Ewropayê tîne ba hev û berê sê caran hate lidarxistin.
Ya herî dawî di sala 2022'an de li Londonê bû, ku Arjantîn 3-0 li hemberî Îtalya yê bi ser ket.