Li gorî Ajansa Nûçeyan a Omanê, çavkaniyek ewlehiyê Îro ragihand ku du dron yek li Wîlayeta Soharê û yek li herêma pîşesaziyê ya El-Awahiyê ketine xwarê.
Hate diyarkirin ku 2 kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Erebistana Siûdî: Îro me 56 dron îmha kirin
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Turkî Malikî îro eşkere kir ku Parastina hewayî ya Siûdî 56 dron li herêmên cuda îmha kirine.
Her wiha Malikî duh ragihandibû ku wan 28 dron xistine xwarê.