Amedspor di rêza şeşem de bû, piştre derbasî sê tîmên pêşîn bû

Amedspor li ser medyaya civakî mezinbûna xwe berdewam dike. Amed Spor di 2 salû nîvan de li ser Instagramê gihîşt nêzîkî 1.4 mîlyon şopînerî. Li Tirkiyê Klûba kesk û sor piştî Galatasaray û Fenerbahçeyê bûye sêyemîn klûba ku herî zû mezin dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedspor li ser medyaya dijîtal hebuna xwe ya alîgiran berdewam dike.

Li gorî daneyên dawî, klûba kesk-sor du sal û nîvan de li ser Instagramê nêzîkî 1.4 mîlyon şopînerên nû bi dest xistiye.

Her wiha yek di nav klûbên herî zû mezin dibin ên Tirkiyê de di rêza sêyemîn de cih digire.

Di heman demê de, Galatasaray 3 mîlyon şopîner û Fenerbahçe jî 1.9 mîlyon şopîner bi dest xistin.

Beşîktaş û Amedsporê di yek rêzê de cih girtin

Li gorî daneyan, zêdebûna 1.4 mîlyon şopînerên Amedsporê gihîştiye heman astê wekî Beşîktaşê.

Trabzonspor nêzîkî 800,000 şopîner, Samsunsporê 164,000, her wiha Adana Demirspor jî 51,000 şopînerê xwe winda kirin.

Bi vî awayî, Amedspor bi performansa mezinbûna medyaya dijîtal bûye yek ji klûbên herî berbiçav ên Super Ligê.

Klûba Amedsporê du sal berê di nav 6 tîmên pêşîn de bû

Di sala 2024'an de, Amedspor dema ku hesabê wê yê fermî yê Instagramê vekir gihîşt 312,000 şopîneran û  bû 6'emîn klûba ku lîga Tirkiyê de xwedî herî zêde şopîneran.

Wê demê rêzkirina klûba wiha bû; Galatasaray, Fenerbahçe, Beşîktaş, Trabzonspor, Adana Demîrspor û Amedspor bû.

Bandora super lîgê li ser klûba Amedsporê 

Amedspor, piştî ku derbasî Lîga Super bû, di qada dîjîtal de jî mezinbûna xwe didomîne.

Li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal ji aliyê hezkiriyên futbolê yên li Tirkiyê û derveyî welêt ve eleqeyek mezin dibîne.

Tê payîn ku serkeftina werzîşî ya klûbê di sezona nû de mezinbûna wê li ser platformên dîjîtal bêtir bilez bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye