Katerina Siniakova di gera 3'ya de Andreeva Mîra ji turnuvaya Indian wells dûr xist

Lîstikvana Rûsî Andreeva Mîra di gera 3'yemîn ya turnuvaya Indian Wells ya tenîsê de li hember Katerina Siniakova ya Çekî têk çû û ji turnuvayê dûr ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lîsikvana Rûsî Mîra Andreeva ya ku di rêza 8'emîn a Cîhanê de cih digre li hember Katerina Siniakova ya Çekî têk çû û ji turnuvaya Indian Wells dûr ket.

 

Maç bi serkeftina Katerina Siniakova bi encama 6-4, 6-7 (5-7) û 3-6 bi dawî bû.

 

Andreeva Mîra ya 18 salî di maça li hember Solana Sierra serkeftinek serdest a 6-0 û 6-0 dest pê kir,  lê di destpêkê de li dijî Siniakova rastî zehmetiyan hat.

 

Andreeva Mîra raketa xwe avêt xwarê berî ku ji qadê bêhêvî derkeve.

 

Her wiha Katerina Siniakova got:

 

"Bê guman ez ê nebêjim ku ez nerazî me"

 

"Bê guman, ez kêfxweş im ku top li aliyê din ve ket. Min got divê ez pîroz bikim dawiyek bi

rastî zehmet bû. Lê bê guman ez ê nebêjim ku ez nerazî me."

 

Katerina Siniakova dê di tûra 16'an de bi Elina Svitolina ya Ukraynî re bilîze piştî ku Elina Svitolina, Ashleigh Kruger bi 6-4, 6-2 têk bir.

 

Iga Swiatek ya Polonî jî biserkeftina xwe ya 6-3, 6-2 li hember Maria Sakkari ya Yewnanî tu zehmetî nekşand.

 

Iga Swiatek destnîşan kir ku wê ji xeletiyên xwe sûd werbigre û got:

 

"Min dizanîbû îro li ser çi bisekinim û min ev ji destpêkê heta dawiyê kir."

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye