Serokwezîra berê ya Bangladeşê Şêx Hesîna soz da ku îsal vegere welêt, tevî ku cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn.
Her wiha Şêx Hasîna biryara bidarvekirinê wekî "neqanûnî, nedestûrî û bi motîvasyoneke siyasî" bi nav kir.
Di tîrmeha 2024’an de, ji ber bêkariya bilind û nebûna perspektîfên aboriyê, xwepêşandanên xwendekaran li dijî hikûmetê hatin destpêkirin.
Di encama serhildan û pevçûnên navbera xwepêşander û polîsan de, nêzîkî 1400 kesî hatin kuştin.
Di 5’ê tebaxa 2024’an de, Şêx Hesîna ber bi Hindistanê ve reviya.
Dadgehek li Dakkayê, piştî ku Hesîna bi sûcdariya fermandana kuştinê û nekarîna pêşîgirtina li hovîtiyên di xwepêşandana de, cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
Şêx Hesîna ji televizyona New Delhi (NDTV) re got ku ew biryardar e tevî xeteriyan, li dijî her astengî û her komployê bisekine, da ku vegere malê.
Hesîna biryara bidarvekirinê red kir û dadweriya Bangladeşê bi "amûreke tolhildana siyasî" ji bo jinavbirina serokatiya partiya wê ya Lîga Awamî hatiye bikaranîn, tewambar kir.
Her wiha serokwezîra berê ya Bangladeşê got:
"Ez ji mirinê natirsim."
Şêx Hesîna da zanîn ku hewldanên berê yên hilweşandina partiya wê bi ser neketine û got ku wê dîsa bi ser nekevin.