13 Welat 100 Jin: Em Dixwazin Biçin Serdana Abdullah Ocalan

Kampanya 'Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan' li welat û derveyê welat berdewam dike. Ji 13 welatan 100 jin ku di nav de gelek aktîvîstên navdar, pêşengên ruhanî yên gelên xwecihî, kolektîf û femînîst nameyeke hevpar pêşkêşî rayedarên Wezareta Edaletê ya Tirk kirin û gotin: ``Em dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, azadiya wî ya Rojhialta navîne. Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.``

reset font size increase font size

Kampanya 'Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan' berdewam dike.

Di çarçoveya vê kampanyayê de ji Arjantîn, Gûatemala, Bolîvya, Şîlî, Fransa, Ûrûgûay, Kolombiya, Meksîka, Paragûay, Hondûras, Nîkaragûa, Brezîlya û Ekvadorê, 100 jin ku di nav de gelek aktîvîstên navdar, pêşengên ruhanî yên gelên xwecihî, kolektîf û femînîst nameyeke hevpar pêşkêşî rayedarên Wezareta Edaletê ya Tirk kirin.

Di nameyê de û di peyamêa ku parvekirine de beşdarvanên kampanyayê gotin ku ewlekirina azadiya Abdullah Ocalan wê rê li ber aştiya cîhanê bi taybetî ya Rojhilata Navîn veke.

Nameya ku ji Wezareta Edaletê re şandine û peyamên ku parve kirine bi vî rengî ne. 

 Ji Bolîvyayê jina tevgera Femînîstên Civakê Adriana Guzman daxwaz kir ku biçe Îmraliyê û got:

``Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan. Ji ber ku em bandora wî ya li ser doza gelê Kurd û jinan dizanin.``

`DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE` 

Dîsa endama Femînîstên Abya Yala Chana - Darîo Santillan destnîşankir ku ji bo li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde pêk bê vê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be.

Femînîstên Lunaticasê Ana Peretto jî dibêje:

``Ji bo dîtina Abdullah Ocalan em dixwazin vê kampanyayê berfireh bikin û bimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku Abdullah Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn esas e.` 

`AZADÎYA ABDULLAH OCALAN AZADIYA MIROVAHIYÊ YÊ`

Jina femînîst Claudia Korol destnîşan kir ku ji bo dîtina Abdullah Ocalan gelek sedem hene, sedema herî girîng jî ew e ku azadiya wî ji bo pêvajoya aştiyê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê jêneger e.

Claudia Korol diyar kir ku li hember tecrîdê têkoşîn kirin weke femînîst erka wane jî û ev nirxandin kir:

`` Şikandina tecrîda ku Erdogan ferz dike, parçeyek ji wezîfeya me ya femînîst e. Em her tim ji bo aştiyê têdikoşin. 
Em dizanin ku Abdullah Ocalan ji bo vê armancê roleke pir girîng dilîze. Em daxwaza dîtin û azadiya wî dikin. Hêviyên me heye ku wê çareseriyek aştiyane li Rojhilata Navîn û Cihanê pêk were.``

AŞTÎ BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN PÊKAN E

Jinên femînîst di nameya xwe ya ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandin re dibêjin ew 
weke Femînîstan li Rojhilata Navîn û cihanê pêkhatina aştiyê zarurî dibînin û ev aştî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.

Di dawiya peyamê de ji 13 welatan 100 jinan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin di çarçoveya kampanyayê de îmze dan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24