22 koçber li Deryaya Spî asê man û jiyana xwe ji dest dan

Hêzên Deryayî yên beravên Yewnanistanê ragihandin ku 22 koçber piştî ku ji Lîbyayê derketin û çend rojan di qeyikeke lastîkî de li Deryaya Spî asê man, jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Deryayî yên beravê diyar kirin ku qeyik di 21'ê adarê de ji herêma Tobrukê ya li rojhilatê Lîbyayê ber bi Yewnanistanê ve çûye.

 

Heman çavkanniyê eşkere kir ku rêwiyên vê qeyikê rêya xwe wenda kir û 6 rojan bê av û xwarin man.

 

Li gorê agahiyên ku hatin belavkirin; 22 kesan ji wan jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wan bi fermana qaçaxiçiyekî li deryaya Spî hatiye avêtin.

 

Tîmên rizgarkirinê 26 kes, di nav wan de jinek û zarokek biçûk jî hebûn, bi rêya keştiyeke Frontexê li Beravên Girîtê rizgar kirin.

 

Li gorî agahiyan rayedaran 2 xortên ji Sûdana Başûr, bi gumanbariya tevlîbûna wan di qaçaxçîtiya koçberan de girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye