Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê armancgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dihokê de peyamek weşand.
Qubad Talebanî ev êrîş Şermezar kir û got:
“Armanckirina mala Birêz Nêçîrvan Barzanî pêşkeftineke xeternak e.”
Qubad Talebanî hişyarî da ku eger alozîger yekser neyên rawestandin û neyên cezakirin, ew ê bibin gefek hîn cidîtir li ser jiyan û milkê berpirs û saziyên fermî yên li deverên din ên Iraqê.
Hevpeymaniya Ezimê : Ev êriş binpêkirineke metirsîdar e û gefê li ewlehî û aramiya welêt dixwe
Her wiha Hevpeymaniya El-Ezim jî bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş binpêkirineke metirsîdar e û gefê li ewlehî û aramiya welêt dixwe.
Hevpeymaniyê tekez kir ku divê bi lez hûrgiliyên bûyerê werin eşkerekirin û ew aliyên ku li pişt êrîşê ne, li gorî yasayan werin cezakirin.
Emmanuel Macron piştgiriya xwe bi Herêma kurdistanê re dubare kir
Li aliyê din, Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî, bi rêya pêywendiyeke Telefonî ya bi Serokê Herêma Kurdistanê re, ev êrîş şermezar kir û pişgiriya welatê xwe ji bo Herêma kurdistanê dubare kir.
Tulay Hatîmogllarî: Divê sûcdar bi tundî werin cezakirin
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmoğllari jî got: "Em êrîşa li ser mala Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê komên çekdar ên Îranê ve bi tundî şermezar dikin û divê sûcdar bi tundî werin cezakirin."
"Hikûmeta Îranê berê gotibû ku êrîşa li ser Soranê bi xeletî hatiye kirin û ew lêkolîn dikin, lê em dibînin ku îro êrîşeke din kirine."
Emar Hekîm: Êrîşkirina mala Barzanî binpêkirina serweriya Îraqê ye
Di heman demê de, Serokê Tevgera Hikmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm, têkildarî êrîşê got: "Êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî binpêkirina serweriya Îraqê ye"
Her wiha Hekîm diyar kir ku karên bi vî rengî gefê li ewlehî û aramiya Îraqê dixwin û daxwaz kir ku ji bo parastina ewlehiya welat hewlên ewlehiyê bên zêdekirin.
Federasyona Jinan a Kurdistanê: Êrîş binpêkirina xetên sor e
Federasyona Jinan a Kurdistanê ya Diyasporayê jî, êrîş bi tundî şermezar kir.
Federasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev kiryar ne tenê êrîşeke li ser kesayetiyekî siyasî ye, di heman demê de hewldaneke bêencam a ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê û belavkirina aloziyan e.
Federasyonê tekez kir ku ev kiryar binpêkirina xetên sor e.