Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê li ber demokrasiyê vekir

Siyasetmedarê Kurd di Komxebata Aştî û Diyalogê de ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hatiye lidarxistin, amede bû. Ahmet Turk got ku divê êdî pirsgirêkên xwe yên navxweyî em bi xwe çareser bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk di komxebata Aştî û Diyalogê de ku Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li eywaneke dawetê ya li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li dar xist, amede bû.

Di destpêka komxebatê de siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk axivî.

Ahmet Turk bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got:

"Birêz Ocalan bi destpêkirina pêvajoyê rê li ber demokrasiyê vekir.

Divê gelê me, saziyên civakî, rûspiyên gelê me bi awayekî xurt piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

Dema me piştgirî da û yekîtiya xwe ava kir, destê me wê bi hêz be. "

Turk herî dawî hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi bîr xist û wiha bi dawî kir:

"Dema em çûn cem Birêz Ocalan pirsa gel kir gel çawa difikire, çawa nêzîk pêvajoyê dibe.

Li vir jî divê em baş bizanibin ku divê gel pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û yekîtiya xwe ava bike.

Divê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin da ku em bikaribin zû mudaxileyî pirsgirêkan bikin."

Di dawiyê de siyasetmedarê Kurd got ku gelê Kurd di erdnigariya xwe de ji bilî êrîşên çekdarî rastî êrîşên civakî, çandî û zimanî hatiye, divê êdî pirsgirêkên xwe yên navxweyî ew bi xwe çareser bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye